1/3/18

Hînbûna Soranî

Hun bi xêr hatin. Kî ji we dixwaze hînî soranî bibe? Kerem kin dest pê bikin :)

Em bi pirtûkên başûrê Kurdistanê ve destpê bikin. Fermo ji we re li gorî polan pirtûk.

Destpêkê de PIRHusein Muhammed daxînin û bixwînin, binivîsin : Herin Lînkê

Pirtûkên Pola Yekê : Herin lînkê

Pirtûkên Pola Duda : Herin lînkê

Pirtûkên Pola Sêya : Herin Lînkê

Pirtûkên Pola Çara : Herin Lînkê

Pirtûkên Pola Pênca : Here Lînkê

Pirtûkên Pola Şeşa : Here Lînkê

Pirtûkên Pola Hefta : Here Lînkê

Pirtûkên Pola Heşta : Here Lînkê

Pirtûkên Pola Neha : Here Lînkê

Pirtûkên Pola Deha : Here Lînkê

Pirtûkên Pola Yazdeha : Here Lînkê

Pirtûkên Pola Diwazdeha : Here Lînkê

Hemû Pirtûkên Ji Perwerdeya Soranî : Here Lînkê


Ji bo pirtûkên zarokan: Here Lînkê









1/25/17

Masîyên li van deran

Masîpank(Sazan),Beqerî?: Emrê wan digihêje 40-50 salî dirêjbûna wan digihêje 1.5 m yî. li bakur di bendavan de hene û yên heta 15 kîloyan jî hatine girtin.


Deqsor:
Cureyekî masiyan e, li her derê Kurdistanê dijîn.





Marmasî:


             Gelebûrûs: Cureyekî marmasiyan e, li çemê feratê ye.

Şelebala: Masîyekî dîcleyê ye. Dibe ku cureyekî masîyê Masîpisîkê Kurdistanê be.
Dibe ku navekî din koşkar be. https://ku.wikipedia.org/wiki/Ko%C5%9Fkar_(mas%C3%AE)





Rehele: Rehele masiyekî biçûk e. Pûlên xwe wek hişk in. Ku meriv destî xwe ji aliyê boçê da bi rûyê piştê xe meriv nolê ku destî xwe bi rûyê rêşrêşkê xe. Rehele bi kom dijîn û diçêrin. Li kenarê avê di nav qûmê de diçêrin. Rehele masiyekî balkêş e çunkî di hundurî wî de tarik tuneye. Şunê tarikê tiştekî wek mîna nukan heye.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rehele

Şabût: Şawût an şabût yek ji masiyên avên bêxa ye. Ew bi tekilî masiyê çemên Ferat û Dîclê ye. Şawût masiyekî gir yî tehmxweş e; bi ewê yê dengdar e. Ku masiyek tehmxweş dibe Kurd dibêjin 'mîna şêwût'. Feqet çima ku ew masi yî bi hitrî ye, xwerinê hindik bi zehmet e.
Dirêjbûna wî digihêje nêzîkî 2 metreyan. giranbûn jî digihêje dora 50 kîloyan. li çemê ferat û dîcleyê dijîn.
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eab%C3%BBt

 

Masîpisîkê Kurdistanê: Di çêmên Dîcle û Feratê dijîn.
Li gorî wîkîpediyaya îngîlîzî di çemên Zapê de dijîn. Dirêjbûna wan digihêje 27 cm an.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Mas%C3%AEpis%C3%AEk%C3%AA_Kurdistan%C3%AA

 

Levreksiler?


Devmezin: Cureyekî masîpanka ye. dirêjbûna dikare bigihêje metreyekê, giranbûn jî dikare bigihêje 12 kîloyan.

European chub:

 

 

Heware: https://ku.wikipedia.org/wiki/Heware

 

 

Limûzirav?(Turna): Li Amedê di bendava kralkızı de dijî.??



Kasna û Siraz: Cureyên masîpank(Sazan) a ne.
Kasna di bendava Êgilê de hene Siraz jî di bendava Sêbinatê de hene.


Siraz a jor e.

Kasna a li rastê ye.









10/17/15

Gotinên xweş ên kurdî

1-Roj bi roj av ji berfê dixwe, idî berf dihele.

2-Roja beran berdanê roja daweta pez e. Ji ber wê şahî heye her kes xwe dixemilîne.


5/2/15

Mejî


Îro nexweşek hat acîlê got ez jehrî bûme li min binerin. Me wî muayene kir û hin testên xwînê xwestin. Li gorî muayene û encamên testan nexweş baş bû.  Le ji carekê ve got ez analîza makroskobîk û patolojîk ya mejiyê xwe dixwazim....

Hindik mabû ez li ser piştê biketama :)

Ew çi xezeba nexweşê nexweşiyêye law.



4/2/15

Çîroka Nexweşan Girîng e.

Îro nexweşek hat nexweşxaneyê. Mamosteyekî 50-55 salî bû. Wextê min di derbarê nexweşiya wî de tişt dipirsîn got destava minî zirav jî dişewite.
Ez ji nexweşiya gurçikan tirsiyam û min destpêka şewatê pirsî. Got
- Ev 30 salin destava min dişewite.
Ez mat mam. Min pirsî "çawa sih sal? Ma tu qet neçû cem bijîşkekî? Dibe ku enfeksiyonek bi te re hebe û tew gurçikên te xera bûbin."
Bi bişirîn li min niherî û got "Ev şewat ne ji ber enfeksiyonê  bi min re heye." û berdewam kir û  got: "Di salên 80yî de di dewra darbeya leşkerî ez hatim girtin û îşkence li min kirin. Ev şewat ji ji îşkenceyê çêbû." û got "Di îşkenceyekê de ez çavgirtî bûm û dema min destava zirav dirijand, îşkencekaran tiştekî bi kîrê min jidandin. Piştî wê boriya min î mîzê a di kîr de teng bû. Ev 30 salin ez êşa wê dikişînim.


            Piştî vê meselê min hîn bêhtir fahm kir ku îşkence tiştekî gellek xedar e, bi taybetî jî yên salên 80yî û 90î.

Ma me hindikî çîrokên van salan guhdarî kir...

3/26/15

Lîsteya Romanên Kurdî 1935-2014 (Werger)




Navê Pirtûkê  Navê Nivîskar Navê Wergêr Sala Çapê
1 - Bi xatirê çekan Ernest Hemingway Azad Avci 2006
2 - Bîreweriya Laş Ehlam Misteganmî  Jana Seyda 2006
3 - Li çiyayê mezin gundê biçûk Orhan Çelîk Salihê Kevirbirî 2006
4 - Cîhana Sofî Jostein Gaarder Ahmet Gegez 2008
5 - Tîtirwask  Yaşar Kemal Brahîm Ronîzêr 2010
6 - Don Kîşot-Don Quijote II Miguel De Cervantes Serdar Roşan 2011
7 - Ayetên li can nivîsandî Yavuz Ekinci Lal Laleş 2011
8 - Feqiyên Tariyê Selîm Berekat Jana Seyda 2013
9 - Serencama Mirinekê Gabriel García Ciwanmerd Kulek 2013
10 - Beriya Şewitî Juan Rulfı Ciwanmerd Kulek 2013
11 - Çîrokên Dubliniyan James Joyce Ciwanmerd Kulek 2013
12 - Şikeftên Haydrahodahosê Selîm Berekat Ebdullah Şêxo 2013
13 - Hezkirî Marguerite Duras Sevda Orak 2013
14 - Abûzerê Hemwelatî Yusel Sarpdere Emîn Gurban 2014
15 - Bartlebyê Nivîsevan Herman Melville Kawa Nemir 2014
16 - Bûmê Kor Sadiq Hîdayet Muhsîn Ozdemîr 2014
17 - Cihûyê Xweşkok Elî Elmuqrî Ebdelah Şêxoyî 2014
18 - Ciwanên Bêxwedê Odon von Horváthî Salih Badilî 2014
19 - Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr Ferhad Pîrbal Çetoyê Zedo 2014
20 - Jiyana Xwedayî Amélie Nothomb Mazhar Gunbat 2014
21 - Keleha Spî Orhan Pamuk Ciwanmerd Kulek 2014
22 - Komediya Morovahiyê William Saroyan Aydin Rengîn 2014
23 - Miriyên Sade Selîm Berekat Ebdilla Şêxoyî  2014
24 - Rêya Bêvger Hasan Bildirici Salih Agir Qoserî 2014
25 - Sîsirka Hesinî  Selîm Berekat Ehmed Huseynî 2014

Lîsteya Romanên Kurdî 1935-2014



Navê Pirtûkê Navê Nivîskar Sala Çapê
1 - Şivanê Kurmanca (Şivanê Kurd) Erebê Şemo 1935
2 - Xatê Xanim Eliyê Evdirehman 1958
3 - Jiyana Bextewar Erebê Şemo 1959
4 - Dimdim Erebê Şemo 1966
5 - Hewarî Heciyê Cindî 1966
6 - Gundê Mêrxasan Eliyê Evdirehman 1968
7 - Hopo Erebê Şemo 1969
8 - Kurdên Rêwî Seîdê Îbo 1981
9 - Xanê Brîndar 1982
10 - Pala Bêşop Xemgînê Temê 1983
11 - Soro Brîndar 1983
12 - Hêlîn Mahmud Baksî 1984
13 - Tu Mehmed Uzun 1985
14 - Dê û Dêmarî Egîdê Xudo 1986
15 - Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê Mehmed Uzun 1987
16 - Stockholmê te çi dîtiye bêje Bavê Nazê 1987
17 - Wendabûn Şahînê Bekirê Soreklî 1987
18 - Gundikê Dono Mahmud Baksî 1988
19 - Zeviyên Soro Nacî Kutlay 1988
20 - Çiyayên Bi Xwînê Avdayî Bavê Nazê 1989
21 - Mirina Kalekî Rind Mehmed Uzun 1989
22 - Şer çiya da (Şer Li Çiya) Eliyê Evdirehman 1989
23 - Birîn Ahmedê Hepo 1990
24 - Siya Evînê Mehmed Uzun 1991
25 - Yên Perîşan Azad Bavê Şahîn 1991
26 - Berxwedan Jiyan e Medenî Ferho 1994
27 - Gardiyan Bûbê Eser 1994
28 - Labîrenta Cinan Hesenê Metê 1994
29 - Bîra Qederê Mehmed Uzun 1995
30 - Cembelî Kurê Mîrê Hekarî Ihsan Colemergî 1995
31 - Çirîskên Rizgariyê Mihemed Dehsiwar 1995
32 - Mîrza Mihemed Medenî Ferho 1995
33 - Sînor Xursîd Mîrzengî 1995
34 - Kurê Zinarê Serbilind Sidqî Hirorî 1996
35 - Pêlên Bêrîkirinê Mustafa Aydogan 1997
36 - Sorê Gulê Silêman Demîr 1997
37 - Evîn û Şewat Sidqî Hirorî 1998
38 - Koç Silêman Demîr 1998
39 - Ronî mîna evînê Tarî mîna mirinê Mehmed Uzun 1998
40 - Xaltîka Zeyno Medenî Ferho 1998
41 - Binefşên Tariyê Zeynel Abidîn (Han) 1999
42 - Kewa Marî Lokman Polat 1999
43 - Mamosteyê Zinaran Fêrgîn Melîk Aykoç 1999
44 - Marê di tûr de Medenî Ferho 1999
45 - Reş û Spî Îbrahîm Seydo Aydogan 1999
46 - Sê şev û sê roj Lales Qaso 1999
47 - Sofî Remo M.Beşîr 1999
48 - Sobarto Helîm Yûsiv 1999
49 - Xezeba Azadiyê Laleş Qaso 2000
50 - Hawara Dîcleyê Mehmed Uzun 2001
51 - Kejê Adil Zozanî 2001
52 - Serhildana Mala Eliyê Ûnis Mahmud Baksî 2001
53 - Veger Reşad Akgül 2001
54 - Av zelal bû 1 Mezher Bozan 2002
55 - Bilîcan Perwîz Cihanî 2002
56 - Fîlozof Lokman Polat 2002
57 - Li Qerexa Şevê Hîvro Kemal Orgun 2002
58 - Mendik Torî 2002
59 - Rojnamevan Lokman Polat 2002
60 - Saturn Remezan Alan 2002
61 - Viyan Newroz Saîdpour 2002
62 - Wêran Laleş Qaso 2002
63 - Dewrêşê Evdî Eyub Kiran 2003
64 - Hêviyên Birîndar Omer Dilsoz 2003
65 - Girê Şêran "Serhildan" Menaf Osman 2003
66 - Leyla Fîgaro Îbrahîm Seydo Aydogan 2003
67 - Mijabad Jan Dost 2003
68 - Ronakbîr Laleş Qaso 2003
69 - Zenga Zêrîn  Jîr Dîlovan 2003
70 - Ardûda Mîran Janbar 2004
71 - Av zelal bû 2 Mezher Bozan 2004
72 - Evdalkovî Reşad Akgül 2004
73 - Jar Lê Sermest Lokman Ayebe 2004
74 - Serhatiyên Rustem û Nemerdiya Namerdan Riza Çolpan 2004
75 - Şivanê Berxan Abbas Abbas 2004
76 - Xewnên Siyarî Abbas Abbas 2004
77 - Ay Dayê  Mehdî Zana 2005
78 - Bêhna Axê Omer Dilsoz 2005
79 - Dengbêjê Piçûk Abbas Abbas 2005
80 - Helbestvan Abbas Abbas 2005
81 - Kitim  - Sêbareya Mêrdîn 1 Yaqob Tilermenî 2005
82 - Mandalîn Atilla Barişer 2005
83 - Payiza Dereng Firat Cewerî 2005
84 - Pilingê Serhedê Eyub Kiran 2005
85 - Şevên Winda Wêneyên Meçhûl Dilawer Zeraq 2005
86 - Zarokên Me Mezher Bozan 2005
87 - Av Zelal Bû 3 Mezher Bozan 2006
88 - Evîna Pînhan Sebrî Akbel 2006
89 - Gul Bişkivîn Diyar Bohtî 2006
90 - Neviya Çiyayekî Abbas Abbas 2006
91 - Sê Terîş Serkan Birûsk 2006
92 - Tirsa Bêdiran Helîm Yûsiv 2006
93 - Tofan Hesenê Metê 2006
94 - Asim Mezher Bozan 2007
95 - Dora Bacinê bi Dar e Medenî Ferho 2007
96 - Ez Stêrka Sîpan im Arîn Zîn 2007
97 - Gava Heyatê Lokman Ayebe 2007
98 - Gotinên Gunehkar Hesenê Metê 2007
99 - Gula Çemê Pêre Munzur Çem 2007
100 - Kılama Şilane (Kilama Şîlanê) İlhami Sertkaya 2007
101 - Mexmûr Diyar Bohtî 2007
102 - Nameyek ji Xwedê re  Ciwanmerd Kulek (Yunus Eroglu) 2007
103 - Piştî Bîst Salan Süleyman Demir 2007
104 - Ristemê Zal Edîp Polat 2007
105 - 3 Gav û 3 Darek: Şeva Dawî di Jiyana Şêx Seîdê Kal de Jan Dost 2007
106 - Toqa Lanetê Aram Gernas 2007
107 - Wêneyên Keserê Mîr Qasimlo 2007
108 - Xezal Nesîb Tarim 2007
109 - Zêna Mezher Bozan 2007
110 - Av Zelal Bû 4 Mezher Bozan 2008
111 - Biharê Bihar Nedît Rizaliyê Reşîd 2008
112 - Evîna Mêrxasekî Îbrahîm Osman 2008
113 - Ez ê Yekî Bikujim Firat Cewerî 2008
114 - Gava Ku Masî Tî Dibin Helîm Yûsiv 2008
115 - Hêvî Herdem Heye Hesen Huseyin Deniz 2008
116 - Kela Bilind Zarîfe Demîr 2008
117 - Mîrname Jan Dost 2008
118 - Rojnivîska Spînoza Şener Ozmen 2008
119 - Soryaz 1 Diyar Bohtî 2008
120 - Şopa Rojên Bihurî Alî Huseyn Kerîm 2008
121 - Xezeb  Eskerê Boyîk 2008
122 - Bavfileh -  - Sêbareya Mêrdîn 3 Yaqob Tilermenî 2009
123 - Giyanên Bahozî Mîr Qasimlo 2009
124 - Gîtara Bêtêl Cîhan Roj 2009
125 - Keleşê Reş Newaf Mîro 2009
126 - Mirinên Bêwext Abdullah Pertev Işik 2009
127 - Miriyê Heram Bavê Nazê 2009
128 - Mişextî Adil Zozanî 2009
129 - Neynika Dilî Omer Dilsoz 2009
130 - Qerebafon - Sêbareya Mêrdîn 2 Yaqob Tilermenî 2009
131 - Rêwîyên Bêwelat Ozgur Kiyak 2009
132 - Sêwiyên Rojhilat Hesenê Alê 2009
133 - Siya Dema Borî Fergîn Melîk Aykoç 2009
134 - Zifqêra Berî Jêhatî Zengelan 2009
135 - Bendewarên Adarê Mihemed Ronahî 2010
136 - Biro Yilmaz Çamlibel 2010
137 - Çîroka Me Medenî Ferho 2010
138 - Dara Pelweşiyayî Bavê Nazê 2010
139 - Evîna Me Welatê Birîndar Yusuf Bilgiç 2010
140 - Feqiyê Teyran Abdusamet Yîgît 2010
141 - Hêvî Her Dem Heye-2 Hesen Huseyin Deniz 2010
142 - Karwanê Azadiyê Omer Yaman 2010
143 - Keştiya Penaberan Arşevê Oskan 2010
144 - Kulmek Morîkên Şînbirik Eyub Guven 2010
145 - Niqutî Dilê Min Reşad Akgül 2010
146 - Otobês Ciwanmerd Kulek (Yunus Eroglu) 2010
147 - Parîsabad Fawaz Husên 2010
148 - Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî Şener Ozmen 2010
149 - Şapînoz Enwer Karahan 2010
150 - Tariya Bi Tav Gulgeş Deryaspî 2010
151 - Tava Mirinê Mihemedê Seyid Hisên 2010
152 - Û Çiya Jî Dinalin Omer Dewran 2010
153 - Av Zelal Bû-V Mezher Bozan 2011
154 - Bahoz  Eskerê Boyîk 2011
155 - Dûvpişk Bi Xwe Venade Edîp Polat 2011
156 - Em Bûn Baran Mizgîn Ronak 2011
157 - Feqiyê Teyran Ronî War 2011
158 - Guhar Eyub Guven 2011
159 - Jineke Xinanî Şêrzad Hesen 2011
160 - Lehî Firat Cewerî 2011
161 - Li Dêrê Hesenê Metê 2011
162 - Li Peravên Torê, Torên Evînê Çidem Baran 2011
163 - Mem û Zîn Ronî War 2011
164 - Meryema Sebrî Silêvanî 2011
165 - Meşa Moriyan Cîhan Roj 2011
166 - Mirina Bêsî Dilawer Zeraq 2011
167 - Pêşangeha Sûretan Îrfan Amîda 2011
168 - Ser bi ser Siûd Kîkî 2011
169 - Siyabend û Xecê Ronî War 2011
170 - Siya Şikestûnê Turcel Hogir Berbir 2011
171 - Şeva Dawî Welat Dilken 2011
172 - Tehar û Ziharê Ronî War 2011
173 - Tehma Xelîyê İlhami Sidar 2011
174 - Xewna Pîrepindan Şêrzad Hesen 2011
175 - Zagros û Zerdeşt Mahabad Felat Arda 2011
176 - Balindeyên Li Ber Bê Eta Nehayî 2013
177 - Bawerî Ahmedê Hepo 2013
178 - Ebdullah Şêxo Siyamend Serbilind 2013
179 - Egîdekî Kurdan Yalçin Sarilmaz 2013
180 - Evdo û çend bêhnikên şadiyê Fawaz Husên 2013
181 - Geliyê Girî Medenî Ferho 2013
182 - Kalaşnîkof Denîz Gunduz 2013
183 - Kortika filehan Mehmet Deviren 2013
184 - Li parka bajêr Silêman Demir 2013
185 - Maria Melekek Bû Firat Cewerî 2013
186 - Pêxemberê Jibîrçûyî Manî Kamran Simo Hedilî 2013
187 - Santiago de Compestela Ferhad Pîrbal 2013
188 - Sasine û Gulîzare Îlhamî Sertkaya 2013
189 - Sergotina Calvino Yaqob Tilermenî 2013
190 - Sêsilê Abdullah Kaya 2013
191 - Trajediya Evîndaran Lokman Polat 2013
192 - Xezal  A. Gulgeş Deryaspî 2013
193 - Belalûk Nûdem Hezex 2014
194 - Bend  Newaf Mîro 2014
195 - Dansa Berber Sirri Ayhan 2014
196 - Defterên Perrîdankan Ciwanmerd Kulek 2014
197 - Dewrêşê Evdî û Edûlê Ronî War 2014
198 - Deyndar  Hesen Dilawer DÊRSIM 2014
199 - Dîcle diherike dilê min Bilal Caban 2014
200 - Du kes yek mirov Newaf Mîro 2014
201 - Enfala Jiyanê Ramazan Bakur 2014
202 - Evîna Rojdayê Feysel Ozdemîr 2014
203 - Ferhenga Bêwar Bêwar Diyadînî 2014
204 - Feryadên Burcan Kovan Sindî 2014
205 - Gava Mirî Biaxive Newaf Mîro 2014
206 - Gramera Bêhizûr Şener Ozmen 2014
207 - Gulîzer Yakup Meşe 2014
208 - Hespê Qemer Ronî War 2014
209 - Heteroglossîa  H.Kovan Baqî 2014
210 - Hevrazên Çiya Omer Dilsoz 2014
211 - Kaos -I Key Arîsto Mîr Qasimlo 2014
212 - Mîro  İkram Oguz 2014
213 - Nalebar Cîhan Yildirim 2014
214 - Nexşên Li Giyan Dilawer Zeraq 2014
215 - Payîza Dereng Firat Cewerî 2014
216 - Pepûla azadiyê Ahmedê Bilokî 2014
217 - Piçek Jiyan Qetek Asiman Fawaz Husên 2014
218 - Qalik Bawer Rûken 2014
219 - Qesra Balindeyên Xemgîn Bextiyar Elî 2014
220 - Qesra Bilindan Şîraz Işiq 2014
221 - Reşeba Dewran Evdirehîm 2014
222 - Rûpela Bîst û Nehemîn Atîla Barîşer 2014
223 - Sefernameya Hezar û Yek Fersengî Fatih Aydin 2014
224 - Serkêş Cîhan Roj 2014
225 - Sêwiyên Bi Dayik û Bav Newaf Mîro 2014
226 - Siwarê Ewran Îsmaîl Dîndar 2014
227 - Soro  Deniz Gunduz 2014
228 - Soryaz - 2 Diyar Bohtî 2014
229 - Şahê Dengbêjan Evdalê Zeynikê Ronî War 2014
230 - Şahmaran Ronî War 2014
231 - Tehtên Bilind Mihemed Seîd Temel 2014
232 - Tevn Osman Geylanî 2014
233 - Veger  Şahînê Bekirê Soreklî 2014

3/25/15

Çima Bijîşk û çima ne Doktor



Doktor kî ye?
Ez pêşiyê eşkere bikim bê kî doktor e. Doktor ew kes e ku piştî qedandina zaningeheke çar salan herî kêm du salê din jî ji bo sitendina doktorayê dixwîne/dişixule. Piştî qedandina van salan wî kesê doktora kir pênasê "PhD" yani dibe "Doctor of Philosophy". Heke em wê rasterast wergerînin Kurdî dibe "Doktorê Felsefeyê". Di vir de oeyva felsefeyê ji ber fikirîna wî hatiye wir û dibêje ku ev kes bi fikirînê dikare tiştinê nuh bibîne. Li gorî min divê ev werger bibe  "Doktorê Zanînê" - "Doktorê Zanistê".
Çi pirsgirêk di navê doktor de heye?
Ji bo bijîşkan bi kar anîna navê doktor wan kesên di beşên din doktora kirine di nav gel de tune dike. Ji gel heye ku tenê bijîşk doktor in. Anko yekî bibêje ez doktor im divê bijîşk be. Ji ber vê rewşê pirsgirêkên xweîfadekirinê ji kesên di beşên din dixwîne derdikeve.
 Di Îngîlîzî de tu peyvên weke bijîşk hene?
Erê peyvek heye. Di îngîlîzî de ji bo peyva bijîşk peyva "Physician" heye û ev jî di maneya "medical doctor" de ye.  Anko meriv dikare bibêje "Bijîşk" dikeve şûna peyva "Physician".
Meriv di Tirkî de jî vê rewşê dibîne. Di Tirkî de ji bo peyva "Physician" peyvên "Tabip" û "Hekim" heye lê ev her du peyv jî ne Tirkî ye. Ew jî êdî girîngiyê didin peyva "Tıp Doktoru" lê ev peyv jî daneketiye qada gel.
Bi kar anîna peyva "bijîşk" ji bo Kurdî xebatek e.
 Di vê meseleyê de karekî mezin li ser pişta me xweneda de ye. Divê em gel hînî peyva bijîşkê bikin ku tevlîheviya doktorê bijîşkiyê û doktorên beşên din mezin nebe.
 









BIŞOPÎNE