4/2/15

Çîroka Nexweşan Girîng e.

Îro nexweşek hat nexweşxaneyê. Mamosteyekî 50-55 salî bû. Wextê min di derbarê nexweşiya wî de tişt dipirsîn got destava minî zirav jî dişewite.
Ez ji nexweşiya gurçikan tirsiyam û min destpêka şewatê pirsî. Got
- Ev 30 salin destava min dişewite.
Ez mat mam. Min pirsî "çawa sih sal? Ma tu qet neçû cem bijîşkekî? Dibe ku enfeksiyonek bi te re hebe û tew gurçikên te xera bûbin."
Bi bişirîn li min niherî û got "Ev şewat ne ji ber enfeksiyonê  bi min re heye." û berdewam kir û  got: "Di salên 80yî de di dewra darbeya leşkerî ez hatim girtin û îşkence li min kirin. Ev şewat ji ji îşkenceyê çêbû." û got "Di îşkenceyekê de ez çavgirtî bûm û dema min destava zirav dirijand, îşkencekaran tiştekî bi kîrê min jidandin. Piştî wê boriya min î mîzê a di kîr de teng bû. Ev 30 salin ez êşa wê dikişînim.


            Piştî vê meselê min hîn bêhtir fahm kir ku îşkence tiştekî gellek xedar e, bi taybetî jî yên salên 80yî û 90î.

Ma me hindikî çîrokên van salan guhdarî kir...

No comments:

Post a Comment

BIŞOPÎNE